Mamomsteyê teqawît jî ji kar dur xistin
ÎDRÎS YILMAZ
WAN (DÎHA)- Li navçeya Erdîşê mamosteyê teqawît ê bi navê Maksut Yilmaz ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirinê ya di 29'ê kanûna 2015'an de ya li Cizîrê valakirina dibistanan bûye di çarçoveya KHK'ê de ji kar hat durxistin.
Hikûmeta AKP'ê piştî îlankirina OHAL'ê bi derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) bi hezaran kedkarên perwerdehiyê ji kar dur xist lê ligel vê yekê jî xwe negirt. Mamosteyê bi navê Maksut Yildiz ê ku di 20'ê hezîranê de teqawît bû ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirinê ya di 29'ê kanûna 2015'an de ya li Cizîrê valakirina dibistanan bûye di çarçoveya KHK'ê de ji kar hat durxistin. Yİldiz têkîldarî mijarê wiha got: "Êdî ez memûrê dewletê nînim. Bi dewletê re tu eleqeya min tuneye. Di heman demê de peywira min jî nîne. Minj i kîjan karê bi kîjan ferasetê dur dixin fêm nakim."
'Eze ne memûrê dewletê me lê...
Yildiz ê ku gotina "ez teqawît im ji peywira xwe ya tune bi kîjan qanûnê hatime durxistin fêm nakim" bi kar anî wiha berdewam kir: "Ez bi awayeke fîlî memûrê dewletê nînim. Biryar li ser esasê kîjan qanûnê hatiye dayîn nizanim. Li Cizîrê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji mamosteyan re peyama navçeyê biterikînin şandibû û mamosteyan ji dibistanên xwe terikandibûn. Me jî di çarçoveya biryara sendîkaya xwe de ji bo ku perwerdehî neyê astengkirin, ji bo şermezarkirina vî biryarê di 29'ê kanûna 2015'an de daxuyanî da çapemeniyê û neketin dersan. Li vê ev biryar hatiye dayîn. "
'Perwerdehî gelo me asteng kiriye yan dewletê'
Yildiz destnîşan kir ku wen perwerdehî asteng nekirine, berovajî vê li dijî feraseta ku perwerdehî asteng kirine têkoşiyane û wiha axivî: "Di esasê xwe de yê ku bê darizandan, kesên ku ji peywir bên durxistin yên ku li Cizîrê mamoste derxistin û perwerdehî asteng kirine. Em ji bo ku li wir xwendekar ji perwerdehiyê qut nebin li hemberî vê nerazîbûnê nîşan bidin mafê xwe yê demokratîk bi kar anî. Niha em çima hatine durxistin, çawa hatin durxistin ev li gorî kîjan qanûnê ye me fêm nekiriye. Em muxatab nabînin. Bi hin nivîs û daxwaznameyan ve hewl didin ku bersiva van pirsan bibînin."
Yildiz destnîşan kir ku ew ê li dijî vî neheqiyê têbikoşe.
(sa)