Jibilî qeyûm kes naçe şaredariyê

SELMAN KELEŞ
WAN (DÎHA)- Şaredariya Rêya Armûşê ku mehê ji aliyê 61 hezar kes ve tê ziyaretkirin ji 11'ê Îlonê heta niha jibilî qeyûmê ku bi koma tîmên taybet ve digere kes naçe.
Hikûmeta ku OHAL ji bo xwe wekî firsend dît û bi biryara KHK'ê qayûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê yê Wanê kir, bi wesayîtên zirxî dora şaredariyê girtiye. Şaredariya DBP'ê ku ji sedî 60 deng girt û hat ser kar, niha ji ber pêkanîn qeyûmê xebatên şaredariyê rawstiyane. Qeyûmê bi navê Onder Can ku bi tîmên taybet û polîsan re dikeve şaredariyê, ji karkerên ku ji bo qeyûm protesto bikin 2 rojan dest ji kar berdan parastin xwest û Midûr Erhan Akkuş ji kar girt.
Şaredariya ku di 6 mehên dawî de ji aliyê 61 hezar welatiyan ve hat ziyaretkirin ji roja 11'ê Îlonê ve şaredarî vala ye. Avahiya şaredariyê ku vegeriyaye qereqolê û jibilî qeyûm û polîsan kesek naçeyê xebatkarên şaredariyê jî di ketina avahiyê de rastî lêgerînê tên. Ji ber legerînê li avahiya şaredariyê xebatkar dikevin rêzê û rewşa derdikeve holê dagirkeriyê radixe ber çavan.
Hevşaredar Veysel Keser diyar kir ku şaredarî ji aliyê qeyûm û polîsan ve hatiye dagirkirin û wiha got: "Bi hatine qeyûm re hemû xizmetên dihatin dayîn rawestiyane. Hemû wesayîtên şaredariyê di garajê de ne. Xebatên çêkirina rêyan ku berdewam dikirin hatine rawestandin. Hemû xebatên li navçe û gundan hatine rawestandin."
Keser, bi lêv kir ku şaredariya gel veguherandine qererqolê û wiha pêde çû: "Gel bertekên xwe bi neçûna şaredariyan nîşan didin. Li ber deriyê şaredariyê wesayîtên êrîşê yên zirxî her tim amade ne. Dema em li ser kar bûn me lêkolîn kir û dît ku di nava 6 mehên dawî de 61 hezar kes hatine ziyareta me. Lê niha kesek naçe şaredariyê. Divê demildest dest ji van pêkanînên bêhiqûq were berdan. Divê şaredarî radestî gel û hilbijêran bên kirin."
(mb)