DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serokê Baroya Sêrtê hat girtin

 
23 Îlon
09:39 2016

SÊRT (DÎHA) - Di çarçoveya operasyona Cemaata Gulen de Serokê Baroya Sêrtê Mehmet Cemal Acar ku hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Piştî hewldana darbeyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li hemberî Cemaata Gulen operasyon dabû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser mal û cihê kar ê Serokê Baroya Sêrtê Mehmet Cemal Acar de girtin û Acar binçavkiribûn. Acar şevê din derxistin pêşberî dozgeriyê. Acar ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Daraza ku heta serê sibê berdewam kir, dadgehê biyara girtina Acar da. Her wiha 9 kesên bi Acar re hatin binçavkirin lêpirsîna wan a li midûryeta polîsan didome.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN