Qeyûm xebatên civakî û çandî yên şaredariyê dan rawestandin
WAN (DÎHA) - Xebatên Atolyeya Buka Baranê ya Pûtên Zarokan, Navenda Çandê ya Rohanî û Kreşa Zarokan a Helîn Şen ên di bin banê şaredariya Erdîşa Wanê de xebat didan meşandin bi fermana qeyûm Mehmet Şîrîn Yaşar hatin rawestandin.
Qeyûma ku ji bo şaredariya Erdîşa ya DBP'ê hat tayînkirin xebatên civakî û çandî yên şaredariyê dan rawestandin. Atolyeya Buka Baranê ya Pûtên Zarokan, Navenda Çandê ya Rohanî û Kreşa Zarokan a Helîn Şen ên ku di bin banê şaredariyê de ji bo jin û çandê xebat didan meşandin, bi talîmata Mehmet Şîrîn Yaşar ku wekî qeyûm hatiye tayînkirin hatin girtin. Her wiha rêveberiya Van-Tur a di bin banê şaredariyê de xebat didan meşandin jî hat guhertin û hat zanîn ku Yaşar odeya hevşaredaran jî ji nûve dîzayn kiriye. Şaredariya ku ketina wê kirine qereqol, ji aliyê wesayîtên zirxî ve ketina şaredariyê hatiye girtin.
Navenda Çandê ya Ronahî ku ji bo pêşiya bikaranîna madeyên hişbir bigire xebat didan meşandin û li ser daxwaza ciwanan hat vekirin bû hedefa qeyûm. Her wiha hat diyarkirin ku tabeleya şaredariyê ya bi kurdî hatiye rakirin û Kreşa Helîn Şen jî hatiye girtin. Şaredariya ku ketina wê ji bo polîsan kirine qereqol, bexçeyê şaredariyê jî ji aliyê polîsan ve wekî rêwîngeha wesayîtên zirxî tê bikaranîn.
Van-Tur ku dibin banê şaredariyê de xebatên xwe didomîne, rêveberiya wê ji aliyê qeyûm ve hat guhertin û hat ragihandin ku dê li şûna wan AKP'yî bên bicihkirin.
(mb)