Li Mamakê deriyên malbatên Kurt û Elewî bi (X) hatin îşaretkirin

ENQERE (DÎHA) - Deriyên malbatên Kurd û Elewî yên li Mamaka Enqereyê dijîn ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi X hatin îşaretkirin.
Bi taybet sala borî li gelek bajaran deriyê gelek malên malbatên Kurd û Elewî bi X hatibûn îşaretkirin, carek din heman pêkanîn li Enqereyê xwe da der. Li navçeya Mamaka Enqereyê deriyê malbatên Kurd û Elewî şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin îşaretkirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Alî Haydar Hakverdî wêneyên bûyerê di hesaba xwe ya Twîtterê de parvekirin. Hakverdî diyar kir ku deriyê malbatên Kurd û Elewî hatine îşaretkirin û wiha got: "Bi Serokê şaxa PSAKD'ê yê Enqereyê Alî Ungormuş re em çûn û me malbatên ku deriyê wan hatine îşretkirin ziyaret kirin. Malbat bi fikarin, ji bo berpirsyar bên dîtin divê rayedar bikevin nava tevgerê. Em ê destûrê nedin êrîşên li hemberî aştî û biratiyê."
Ev îşaret kirina deriyên malbatên Kurd û Elewî ne li Enqereyê ne jî li Tirkiyeyê care yekeme. Bi taybet par gelek deriyên malbatan hatibûn îşaretkirin. Ligel ku mijar di meclisa Tirkiyeyê de hatibû nîqaşkirin jî tu encam nehatibûn bi destxistin.
Hinek bûyerên ku hatine jiyîn wiha ne;
* Di 28'ê Adara 2016'an de li Kutahyayê deriyê xwendekarên Elewî hatibûn îşaretkirin.
* Di 23'yê Gulana 2015'an de li Semsûrê deriyê malbatên Kurd û Elewî hatibûn îşaretkirin.
* Di 14'ê Hezîrana 2015'an de li taxa Tavşantepeya Îzmîtê deriyên malbatên Elewî hatibûn îşaretkirin.
* Di 28'ê Hezîrana 2015'an de li bajaroka Yezikonal a girêdayî navenda Xarpêtê deriyê 6 malbatên Elewiyan hatibûn îşaretkirin.
* Di 27'ê Tîrmeha 2015'an de taxa Kocasînan a Bahçelîevlera Stenbolê malbatên Elewî rasî gefa du kesên bi rih hatibûn û deriyên wan hatibûn îşaretkirin.
* Di 10'ê Tebaxa 2015'an de li Uskudarê deriyê malbatan hatin îşaretkirin û paketên ku wekî bombeyên zindî hatin nîşandan datînin ber diriyên wan.
* Di 25'ê Cotmeha 2015'ân de deriyê malbatên Elewî yên li Anara Batikent, Pîr Sultan Abdal Cemevî û Serçeşme Cemevî dijîn hatibûn îşaretkirin.
(mb)