DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji kujerê Kazanhan re 25 sal ceza hat xwestin

 
23 Îlon
14:30 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Di doza Nîhat Kazanhan ê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de rûniştina 9'emîn hat dîtin. Dozger ji bo polîsê ku Kazanhan qetil kiriye ji 25 salan heta muebetê ceza xwest.

9'emîn rûnişta doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku di 14'ê çileya 2015'an ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin li 1'emîn Dadgeha Cenazeyên Giran a Cizîrê hat dîtin. Ligel malbata Kazanhan, parêzer Fîlîz Olmez û Rojhat Dîlsîz, Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu û Aycan Îrmez, Serokê Navenda Mafên Zarokan ya Amedê Mahmut Çîftçî, ji Baroya Stenbolê parêzer Ayşenûr Demîrkaya û Esra Genç, ji Baroya Enqereyê Hasan Erdogan, Serokê Navenda Mafên Zarokan a Enqereyê Sabît Aktaş û ji Baroya Amedê parêzer Çîgdem Ertek û Gazal Bayram Koluman tevlî rûniştinê bûn.

Ji ber guhertina heyeta dadgehê dosyaya dozê careke din hat xwendin. Piştre parêzerê Kazanhan, Rojhat Dîlsîz daxwaza lêkolîn kirina şahidên têkilî ligel FETO'ê heyî û daxwazname xwestî dosyayên werin lêkolîn kirin kir. Dîlsîz diyar kir ku ew ji belgeyên wan di derbarê dozê de amadekirine bawer nakin û ew ê dosyayên hatî amadekirin bişînin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ê. Dozger daraberê bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez de jî biryara berdewamkirina gitina wî da û ji bo Goçmez 25 sal ceza yan jî cezayê muebetê xwast.

Piştre bersûc Mehmet Nurbakî Gormez bi SEGBÎS'ê tevlî dozê bû û diyar kir wan cihên lastîk kirine hedefa guleyên xwe û di çekên wan de cihê îşaretê tune ne. Gormez, da zanîn ku wî kesek îşaret ne girtiye gule berdaye hewayê û wiha got: "Min ne zanî tê bûyerek wiha biqewime." Gormez ligel sûcê sabît tehliyeya xwe xwest.

Bersûcên bi navê Hayrî Vural, Gurcan Turak, Ufuk Îlî jî ji bo parastina xwe bikin dem xwestin. Heyeta dadgehê jî biyara da ku Mehmet Nurbakî Goçmez girtina wî bidome û ji ber parêzeran ji bo parastinê dem xwewstin doz taloqî 11'ê Mijdarê kir.
Piştî runiştina dozê Parêzerê Baroya Enqereyê Hasan Erdogan axivî. Erdogan diyar kir ku divê kujerên Kazahan û polîsên ku pîştî kuştina Kazahan li Midûriyeta Polîsan civîn pêk anîne werin darizandin û wiha got: "Dîsa polîs Hayrî Vural ê ku destpêkê hat giritin û niha serbest hatiye berdan û dixwest delîlan werşire jî were darizandin."

Erdogan got ku polîsê ji ber kuştina Kazahan hat girtin her çiqas raya giştî îknabike jî wan îkna nake û ew ê biyara dadgehê di 11'ê Mijdarê bibînin.

(kom/mb)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN