Di Nimêja Înê de peyama piştgiriyê
AMED (DÎHA) - Di xutbeya Nimêja Înê ya Amedê de li hemberî zaliman banga piştgiriya bi gelê mazlûm re hat kirin.
Bisedan kesên ku di pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) de ji bo nimêja Înê li navenda Peyasa Amedê hatin gel hev,li hemberî Dîyanetê ku propagandaya AKP'ê dike li derve Nimêja Înê kirin. Welatiyên ku tevlî Nimêja Înê bûn, secade û beteniyên bi xwe re anîn li erdê raxistin û guh dan xutbeyê. Beriya nimêjê Melayê DÎAY-DER'ê Naîf Erdem xutbe bi kurdî xwend.
Erdem diyar kir ku li hemberî bûyeran xeleka herî zeyîf mirovin ji ber wê her tim pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û wijha got: "Di demek zehmet de dema kesek destê xwe dirêjî me diçe em çawa keyfxweş dibin,divê bi heman awayî em destê xwe dirêjî birayên xwe yên di zehmetiyan de ne bikin. Xwedê dibêje yê ku alîkariyê bide gelê mazlûm dê di vê cîhanê û cîhana din alîkariyê bibîne. Ya girîng ne guhdarkirina xutbeyane ya girîng pêkanîna wane."
Piştî xutbeyê bi sedan kes dest bi nimêjê kirin. Li aliyê din heta nimêj bi dawî bû polîsan derdora kesên nimêj dikirin dorpêç kirin û wêneyên wan kişandin.
(mb)