Rewşa Aktaşê ku di greva birçîbûnê de ye ber bi nebaşiyê ve diçe

ÎZMÎR (DÎHA) Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş du herdû destên wî tune ye li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê di grevê de ye her ku diçe rewşa wî ber bi nebaşbûnê ve diçe
Li gel ku der barê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş de ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ve 3 cara rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne hatiye dayîn jî Aktaş nehat tehliyekirin û wî sirgûnê Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kirin û di hucreya yek kesî de dimîne. Aktaşê ku herdû destên wî tune ye li dijî binpêkirin û çewisandinên li girtîgehê di 21'ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya hefteyeki kir.
Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatiye bidestxistin, Aktaşê ku ev sê roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye her ku diçe rewşa wî nebaş dibe. Li gel ku parêzer çûn serdana Komîsyona Mafên Mirovan a Walîtiya Îzmîrê ji der barê rewşa wî de tu guhertin çênebû. Her wiha hat hînbûn ku rêveberiya girtîgehê Aktaşê nexweş muxatab jî nagirin. Parêzer bang li raya giştî kirin ku li hemberî rewşa Aktaş bi awayekî hêstiyar tevbigerin.
(aw)