Mamoste Ayşe: Ez li pişt gotinên xwe me
STENBOL (DÎHA) - Mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a ji ber tevlî programek a telefziyonê bû û got; 'Bila zarok neyên kuştin' derbarê wê de bi îdîaya "porpaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin, îro deket pêşberî dadgeh. Mamoste Çelîk di dadgehê de diyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ye.
Mamosteya bi navê Ayşe Çelîk ji ber tevlî bi telefonê programa Beyaz Show bû û got; 'Bila zarok neyên kuştin' derbarê wê de bi îdîaya "porpaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. Çelîk bi 38 rewşenbîrên ku ji bo piştgiriyê xwe îhbar kirin re deketin pêşberî dadgeh.
Piştî diyarkirina nasnameyan doz destpê kir. Destpêkê Mamoste Ayşe Çelîk axivî. Çelîk li hemberî îdîaya ku dibêje "Mamosteyek wiha tune ye" wiha got: "Ez mamosteyekim. Ji ber tiştên hatin jiyîn min xwest tiştekî bikim. Yek ji kesên ku li herêmê mexdûr bûyî jî ez bûm. Gotinên min di TV'yê de kir ez carek din dubare dikim û ez li pişt gotinên xwe me."
Berpirsê Programê Kadîr Turnali jî parastina xwe nivîskî radestî heyeta dadgehê kir. Piştre kesên dihatin darizandin parastina xwe kirin.
Hat ragihandin ku doz bi parastina parêzeran berdewam dike.
(mb)