DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûmê Licê Tunçok îstîfa kir

 
23 Îlon
15:18 2016

AMED (DÎHA) - Abdulkadîr Tunçok ê ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê v e wekî qeyûm ji bo şaredariya Licê hat tayînkirin îstîfa kir.

Kesê bi navê Abdulkadîr Tunçok ê ku ji aliyê Walitiya Amedê ve wekî qeyûm tayînî şaredariya Licê ya DBP'ê ku hevşaredarên wê girtîne kiribû îstîfa kir. Tunçok daxwaznameya xwe ya îstîfayê radestî Qeymeqamiya Licê û Midûryeta Karê Nivîsê ya Şaredariya Licê kir.

Di daxwaznameya Tunçok de ev tişt hat nivîsandin: "Ez pê hisiyam ku bêyî agahî bidim min, ez wekî qeyûm ji bo Meclisa Şaradariya Licê hatime tayînkirin. Ez peywira qeyûmtiya di meclîsa şaredariyê de qebûl nakim. Ji ber vê yekê ez ji peywira qeyûma Meclîsa Şaredariya Licê îstîfa dikim. Di vê çarçoveyê ez dixwazin pêwîstiyê vê yekê were kirin."

(ua/bg/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN