DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê kurê xwe bi "Çerxa Şoreşê' û gulan oxir kir

 
23 Îlon
15:27 2016

AMED (DÎHA) - Endamê YPS'ê Baran Kaval ê ku di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê bi sirûda "Çerxa Şoreşê" ya ku bavê wî Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Ramazan Kaval xwend hat oxirkirin.

Cenazeyê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Baran Kaval (Tufan Amed) ê ku di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan a Silopiya hatibû definkirin. Piştî malbata Kaval xwîna DNA'yê da û ev test bi encam bû piştî mehan şûn ve cenazeyê zarokê xwe ji goristana bêkasan wergirt û anî Amedê. Ji bo Kaval li Goristana Yenîkoyê ya Amedê merasîm hat li darxistin û di merasîmê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yigîtalp, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER û bi sedan kes amade bûn.

Bav kurê xwe bi sirûdê oxir kir

Piştî wecîbeyên olî darbesta Kaval a ku bi ala PKK'ê hatibû xemilandin ji aliyê bav û bira û xwişkên wî ve hatin hildan. Darbesta Kaval bi berzkirina sloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Riya şehîd riya me PKK partiya me" û "Şehît namirin" bi meşekî birin ser gora wî. Cenaze di nav kêliyên xemgîn û bi dua û niyazan hat definkirin. Piştî definkirina cenaze bavê Kaval, Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Ramazan Kaval kurê xwe bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" oxir kir.

'Ji bo jiyanek azad û birûmet'

Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe axivî û destnîşan kir ku li dijî kurdan li çar êrîşên qirkirinê tên meşandin û got ku ciwanên kurdan ji bo jiyanek azad û birûmet liberxwe didin. Pençe got ku pêwîste herkes û dewlet gûh bide peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan a ku di cejnê de hatibû parvekirin.

'Dê tu şehît neyên jibîr kirin'

Bavê Kaval, Ramazan Kaval jî diyar kir ku wî kurê xwe ji cem hevalê wî wergirtiye û aniye Amedê li cem hevalê wî kiriye mêvan û got ku ji bo ew cenazeyê kurê xwe werbigire ev bû 5 meh rastî astengiya burokratîk û astengiyê dewletê hatiye. Kaval di axaftina xwe ev tişt vegot: "Me kurdan her tim ji bo mirovahî, hemû gel di nav hev de jiyanek birûmet bijîn aşitiyê parast. Lê mixabin li hember vê li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin. Şehît Tofan di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da. Ev 5 meh e em li pey şehîdê xwe ne. Dewletê her tim ji me re astengî derxist. Armanca vê astengiyê ew e ku me ji şehîdên me û têkoşîna me dûr bixin. Di şexsê şehît Tofan de ez hemû cangoriyan bibîr tînim. Dê tu şehîd neyên jibîrkirin."

Piştî axaftina Kaval, dayik Hava Kaval jî gora kurê xwe bi gulan xemiland û gor hembêz kir.

Dê ji bo Kaval li Mala Şînê ya Hezroyan serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.

(bg/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN