DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkarên Evrenselê Akît protesto kirin

 
23 Îlon
15:46 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Xebatkarên rojnameya Evrenselê, rojnameya Yenî Akît a ku bi nûçeyên "Çapemeniya PKK'ê Evrensel tê girtin" ew hedef nîşan dan protesto kirin.

Xebatkarên rojnameya Evrenselê, rojnameya Yenî Akît a ku bi nûçeyên "Çapemeniya PKK'ê Evrensel tê girtin" ew hedef nîşan dane, Komeleya Cemîyata Rojnamegerên Îzmîrê bi daxuyaniyekê protesto kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan û parlamenterê CHP'ê Musa Çam jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de xebatkara Rojnameya Evrensel û Hayat TV'yê Emîne Uyar axivî. Uyar diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye sedan û wiha got: "Bi derxistina biyara KHK'ê gelek dezgehên çapemeniyê hatine girtin. Kartên zer ên 660 rojnamegeran hatine belatkirin. Rojnameya Yenî Atîk rêzegên xwe xistine bin lingan û Rojnameya Evrenselê hedef nîşan daye. Me derbarê Yenî Akîtê de serlêdana sûc kir."

Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam anî ziman ku ew di rojên teng re derbas dibin û wiha pêde çû: "Mafê gel ê agahî girtinê tê astengkirin. Li ser rojmanegerên çepgir zext zêde bûne. Îktidar dixwaze dengê hemû rojnamegerên fikrên cûda dinivîsin bigire. Lê em ji meşek dirêj tên, bêhna me bi hêze û kesek nikare li pêşiya me bendan dane."

Parlamenterê HPD'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî wiha axivî: "Rojnameya Evrenselê yek ji rojnameyên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tê ye. Divê her kes piştgiriyê bide çapemeniya azad. Divê têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê pişta xwe bide hêza civakê. Pêwîstî bi eniyek berfireh a yekitiyê heye."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN