DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Baroya Amedê: Elçî ne bi guleya her du kesan hat kuştin

 
23 Îlon
16:01 2016

AMED (DÎHA) - Sekreterê Baroya Amedê Abdullah Çager têkildarî bûyera Tahîr Elçî axivî û bersiv da îdîayên îtîrafkarekî ku di îdanameya Sûrê de gotiye kuştina Elçî bi destê Mahsum Gorkan hatiye kirin û wiha got: "Guleya her du kesên direvin li Tahîr Elçî ne ketiye. Çima têkildarî vî şexsî di vê dosye yê de tu kar û bar nehatin meşandin."

Baroya Amedê ji bo faîlên bûyera serokê wan Tahîr Elçî bêdîtin û dosyeya lêpirsînê bilez bê meşandin li ber Edliyeya Amedê çalakî li darxistin. Di çalakiyê de gelek parêzer amade bûn û pankarta ku wêneyê Elçî li ser bû ya bi nivîsa "Em te jibîr nakin" hat vekirin. Di çalakiyê de Sekreterê Baroya Amedê Abdullah Çager axivî û diyar kir ku li gel di ser bûyera Elçî de 10 meh derbas bû jî heta niha di doseyeya lêpirsînê de tu pêşketin pêk nehatiye.

Çager ev tişt got: "Ligel ku 10 meh di ser bûyera serokê me Tahîr Elçî de derbas bû jî lê mixabin hêj îdaname li holê nîn e. Tu sûcdar jî li holê tune ye. Dosyeya Elçî giran bikaranîn û xebitandin hatiye asta gumanan. Heta faîlên Elçî bên dîtin dê çalakiya me li vir bidome."

'Kesên reviyane Elçî qetil nekirine'

Çager têkildarî mijara bûyera Elçî ya ku îdayên îtîrafkerekî di îdanameya Sûrê de cih digire axivî û ev axaftina xwe berdewam kir: "Em wek baroyê bi sedan car li dosyeya lêpirsîn û dîmenên qetilkirina Elçî mêze kir. Me li gorî derfetên xwe gihand hemû wan şahidên derdora bûyerê. Hemû şahidên bûyerê dibêjin ku ne mimkûne Tahîr Elçî bi guleya çeka Mahsum Gurkan hatibe qetilkirin. Meqama lêpirsînê ji krîmanala leşkeriyê pêzan daxwaz kiriye. Li cihê bûyerê bi tîrêjên lazerê pîvana guleyê hatiye sitendin û cihê ku gule jê berdane hatiye tespîtkirin. Piştî encama van xebatan ev dosta şandine Saziya Tiba Edlî. Me vê raporê ji meqamê lêpirsînê sitendibû û bi detayan lêkolîn kir. Me di vê lêkolînê de dît ku guleyên çeka ew du şexsên di wir de direvin îsabetî serok (Tahîr Elçî) nekiriye. Dîsa di bûyera Elçî de tu rewşek ev her du kes êrîş bikin nîne. Ji ber ku yê yekî guleyên wî xelas bûne û yê yekî jî çeka wî nexibitiye. Di vê deme de dîmenê Tahîr Elçî tên xuyakirin û bi awayekî vekirî hatiye diyarkirin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

(bg/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN