DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doza mamoste Ayşe taloqî 30'ê Mijdarê hat kirin

 
23 Îlon
16:25 2016

STENBOL (DÎHA) - Piştî parastinên di rûniştina doza mamoste Ayşe de, serokê daneşînê bêyî ku mafê axaftinê bide parêzeran doz taloqî 30'ê Mijdarê kir.

Mamosteya bi navê Ayşe Çelîk ji ber tevlî bi telefonê programa Beyaz Show bû û got; 'Bila zarok neyên kuştin' derbarê wê de bi îdîaya "porpaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. Çelîk bi 38 rewşenbîrên ku ji bo piştgiriyê xwe îhbar kirin re deketin pêşberî dadgeh û dema darizandn berdewam dikir parêzer Mahsunî Karaman mafê axaftinê girt û diyar kir ku îdîaname li ser lêpirsîna niyetê hatiye amadekirin.

Karaman, anî ziman ku ger muwekîla wê Ayşe Çelîk wekî Tahir Elçî kesek navdar baya dê rastî suîqastekê bihata û wiha got: "Ayşe Çelîk bang li rojhilat û rojavayê Firatê kiriye."

Piştî parastinan heyeta dadgehê, biyar da ku ji bo kesên ku tevlî dozê nebûne parastina wan bê girtin ji dadgehên bajarên lê ne telîmat bê şandin, Beyaz Şov wekî şahid bê guhdarkirin û doz taloqî 30'ê Mijdarê kir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN