DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê endamê YPS Bor hat definkirin

 
23 Îlon
16:34 2016

WAN (DÎHA) - Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ji aliyê polîsan ve hatibû infazkirin îro bi girseyî li Wanê hat defin kirin.

Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ê di 20'ê Îlona 2016'an de li taxa Fehîm Avrasî ya navçeya Rêya Armûşa Wanê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin îro ji nexweşxaneya Lêkolînê ya Sedsala Wanê hat girtin û berbi goristana Yenî Mahalle ya Rêya Armûşê ve bi girseyî hat rêkirin. Piştî girse gihişt goristanê cenazeyê Bor bi berzkirina dirûşmeyan hat definkirin.

Hat diyarkirin ku malbata Bor dê sersaxiyê li konê şînê ya li taxa Bayirli kolana 1'emîn qebûl bikin.

Hat ragihandin ku dema bavê Bor, Nedîm Bor ji bo cenazeyê kurê xwe bigire diçû nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve bêyî ku hincetek bê nîşandan hat binçavkirin.

(era/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN