Heyeta HDP'ê bi Talabanî û Tevgera Azadî re hevdîtin pek anî

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Heyeta HDP'ê piştî hevdîtina xwe ya li gel Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, ligel Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî hevdîtin pêk anî û piştre jî bi Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe di roja sêyemîn de didomînin. Heyet bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên wan didomin. Heyeta HDP'ê piştî bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm hevtîtin pêk anî ji Kerkûkê veqetiyan û saet di 13:00'an de gihiştin bajarê Silêmaniyê. Heyetê li vir bi Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî re li mala wî ya li Debaşan a Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn. Heyeta HDP'ê piştre bi Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hevdîtin pêk anîn. Heyeta HDP'ê ji aliyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û endamên desteya rêveberiya tevgerê ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinan Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û xêrhatina heyetê kir. Şakir diyar kir ku di demek wiha de serdana heyetê pir giringe, hêvîdarîn ku ev serdan û diyalog bidomin.
Piştre Hevserokê HDP'ê Salahettîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş di serî de ji ber mêvandariya Tevgera Azadî spasiya wan kir û diyar kir ku hevdîtinên wan di roja sêyemîn li Silêmaniyê didomin. Demîrtaş, anî ziman ku li Silêmaniyê wan derfet dît ku ew serdana Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talabanî bikin û wiha got: "Li gorî berê rewşa tenduristiya Talabanî başe û ev yek jî cihê keyxweşiyê ye. Em li vêderê careke din silav û rêzên xwe pêşkêşî birêz Talabanî dikin. Di hevdîtina ligel Tevgera Azadî de jî me armancên xwe bi wan re parve kir. Aloziyên li Başûrê Kurdistanê hene û ji holê rakirina diyalogên di navbera aliyên siyasî de bandoriyên nerênî li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê ji kiriye."
Hat ragihandin ku dê heyet îro saet di 18.00'an de bi Polîtburoya YNK'ê re li bajarê Silêmaniyê bicive.
(mb)