DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatiyê ku îtîraza ceza kirin hat binçavkirin

 
23 Îlon
19:03 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên ji ber li ser Kuçeya Orhan Dogan ceza li wesayîtên wan hatin birîn îtîraz kirin hatin binçavkirin.

Li naçeya Cizîra Şirnexê hema bêje her roj polîs bi awayekî kêfî ji wesayîtan re cezayê pere dibirin. Bi taybetî jî li ser Kuçeya Orhan Dogan polîsên ku bi wesayîtên zirxî digerin nava rojê her kêliyê cezayê peryena li wesayîtên parqkirî dibirin. 2 welatiyên ku îtîraza cezayê ji wan re hatiye birîn kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Welatiyên ku derdora polîs û herdu welatiyan kom bûyîn bertek nîşanî helwesta polîsan da.

Navê herdu welatiyên hatin binçavkirin nehat zanîn û hat hînbûn ku welatî li Midûryeta Polîsan a navçeyê tên ragirtin.

(kom/no/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN