DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkarê HDP'ê hat revandin

23 Îlon
20:48 2016

ENQERE (DÎHA) - Welatiyê bi navê Fahrî Yalçin ku li Navenda Giştî ya HDP'ê dixebitî, li gorî agahiyên ji şahidan hatine girtin ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye revandin.

Welatiyê bi navê Fahrî Yalçin ku li Navenda Giştî ya HDP'ê dixebitî, hat îdîakirin ku dema ji kar derket û diçû malê li Parka Şelale ya li Mama Turkozuye ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye revandin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku kesên dişibiyan polîsên sivîl ji 3 wesayîtan hatin xwarê, Yalçin girtin li wesayîtê siwar kirin û bi lez ji taxê reviyan.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN