DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

24 Îlon
08:59 2016

*Karkerê bi navê Suat Akbal ê di fabrîkaya zirincê de dixebite ji ber li fabrîkayê karê rijandina zirincê kiriye bijehrî bû. Akbal, ji ber bijehrîbûnê lingên wî hêza xwe winda dikin ji aliyê xwediye kar ve bi gotina; 'Bi salane em li te mêze dikin, biçe ger te îstap kir tu dê bêy û mafê xwe bigirî' ji kar hat derxistin.

* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, derdora avahiya şaredariyê bi bariyeran û maşîneyên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin. Dorpêçkirina şaredariyê ji çûn û hatina welatiyan re dibe asteng.

* Wênekêş Nursen Bîlgîn Kadayifçioglu bi xebata xwe ya bi navê "Lêgerîn" jiyana Dayika Şemiyê Hamin Tosun ku ev 600 hefteye bêrawestan li aqûbeta hevjînê xwe Fehmî Tosun digere vegot.

* Qeyûmê bi navê Bîlal Ozkan ku ji şaredariya Sûrê re hatiye tayînkirin ji ber ku ji çayvanê şaredariyê ditirse serî li rêbazek sosret da. Qeyûm ligel ku çayvanê şaredariyê heye jî çayvanek din anî şaredariyê.

* Dibistana Xalxalok ya ku par ji bo zarokên Amedê hat vekirin, di beşa pêşdibistanan de, bi zimanê kurdî û dimilkî dest bi perwerdehiya serdema nû kir. Zarokên ku li vir perwerdehiyê dibînin xwe ji bo pêşerojê bi fêrbûn û naskirina zayendiya civakî, ekolojî û çanda kurdî amade dikin.

*Hevşaredarên Qulpê Neşegul Can û Mehmet Gultekîn diyar kirin ku ew ê biryarê nasnekin û bang berxwedan topyekûn kirin.

*Li wargeha AFAD'ê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Fehîme Şêxmustafa destpêkê bi malbata xwe re rastî şideta rayedarên wargehê hatin û piştra ji wargehê hatin avêtin.

* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bipirsin dê di hejteya 600'emîn de li ber Lîseya Galatasarayê çalakî li dar bixin.(12.00) BI DÎMEN E

* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 235'yemîn de çalakiya Tîpa F li ber Lîseya Galatasarayê li dar bixe. (13.30) BI DÎMEN E

* Di pêşengiya KJA'yê de bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" dê li Parka Musa Anter hevdîtina jinan pêk bînin. (11.00) BI DÎMEN E

*DBP Rihayê dê Korngreya xwe ya Awarte bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li Navedana Danûstandinê ya Mozaîkê pêk bîne. (10.00) BI DÎMEN E

*Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya hefteya 600'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê bi beşdariya Parêzer Eren Keskîn li ber Saraya Kevn a Sumerbankê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (13.00)

* Xizmên windayan dê li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin an jî qetilkirin bipirsin dê cara 398'emîn çalakî li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E

* Li Amedê merasîma 24'emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dê li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê bên dayîn. (19.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

*Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin li Tirkiyeyê şerê navxweyî derxînin û wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê tiştekê bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Niha Îmraliyê ji bo aştiyê têkoşînek tê dayîn."

ABORÎ

* Li Şaredariya Wastanê ya AKP'î di navbera 2009 û 2014'an de derket holê ku 14 tirilyon nerlirêtî hatiye kirin.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN