DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Karkerê ku bijehrî bû ji kar hat derxistin

 
24 Îlon
09:03 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Karkerê bi navê Suat Akbal ê di fabrîkaya Kurşunê de dixebite ji ber li fabrîkayê karê rijandina zirincê kiriye bijehrî bû. Akbal, ji ber bijehrîbûnê lingên wî hêza xwe winda dikin ji aliyê xwediye kar ve bi gotina "Bi salan e em li te mêze dikin, biçe ger te îspat kir tu dê bê û mafê xwe bigirî" ji kar hat derxistin.

Karkerê bi navê Suat Akbal ê li taxa Çapak a navçeya Torbali ya Îzmîrê dijî, di sala 2014'an de li Şîketa Heper Metal Dokum Sanayî ve Tîc. A.Ş'yê bi karê rijandina Kurşunê dest bi kar kir. Akbal ji ber rijandina Kurşunê bijehrî ket. Akbal ji roja dest bi kar kirî heta niha di tehlîlên girtîne de rêjeya kurşunê zêde bûye, ligel vê jî bi hinceta kar zêdeye hatiye xebitandin. Akbal ji ber rêjaya zêde ya kurşunê di gihikên lingên wî de bicih bûne lingên wî hêza xwe winda dikin û êdî nikare bimeşe.

Akbal ku bi tehşîsa bijehrî ketiye tedavî didît, ji aliyê xwediyê kar ve bi gotina; 'bi salane em li te mêze dikin, biçe ger te îstap kir tu dê bêy û mafê xwe bigirî' ji kar hat derxistin.

Akbal, diyar kir ku di aliyê hiqûqî de ji bo mafê xwe bidest bike dê têkoşîna xwe bidomîne û wiha got: "Lê pêvajo hêdî dimeşe. Ez mecbûrun berê xwe bikim 4 zarokan. Ezê di aliyên hiqûqî de serlêdanan bikim. Gelek karkerên wekî min bijehrî bûne hene. Lê xwediyê kar li ser van bûyeran digire. Gelek belgeyên ku dane min sextene. Şîrketa Heper Metal Dokum Sanayî ez mexdûr kirime. Ez hînbûm ku li SGK'yê bi navê min tu dosya ne hatine vekirin.çi dibe bila bibe ez ê têkoşîna xw eya hiqûqî bidomînim û ez ê vê bûyerê bibim dadgehê."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN