DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi qeyûm re rê jî desteser kirin

 
24 Îlon
09:07 2016

AMED (DÎHA) - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, derdora avahiya şaredariyê bi bariyeran û maşîneyên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin. Dorpêçkirina şaredariyê ji çûn û hatina welatiyan re dibe asteng.

Desthilatdariya AKP'ê di 11'ê Îlonê de bi awayekî fîlî qeyûm tayînî Şaredariya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê kir. Di 19'ê Îlonê de jî bi awayekî fermî qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kir. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Sûrê ye. Şaredariya Sûrê ji 11'ê Îlonê ve di bin dorpêça maşîneyên zirxî, polîsên sivîl û tîmên taybet de ye. Polîs bi tayînkirina qeyûm re bi çekan ketine şaredariyê û ev hefteyeke şaredarî nikare xizmetê bide gel.

Qeyûm tayînî derdorê jî kirin

Ji ber dorpêça qeyûm tenê ne şaredarî hatiye desteserkirin, di heman demê de rêyên li ber avahiya şaredariya Sûrê û kolanên pişt avahiya şaredariyê jî bi bariyerên polîsan, maşîneyên zirxî û polîsan hatine dorpêçkirin. Welatî nikarin wesayîtên xwe li ser van kolanên hatine dorpêçkirin park bikin. Her wiha ligel zehmetiyên ku ajokar û trafik dijîn, dîsa çûn û hatina welatiyan tê astengkirin.

(bî/bg/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN