Malbata şidet dît ji wargeha AFAD'ê hat avêtin
RIHA (DÎHA) - Li wargeha AFAD'ê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Fehîme Şêxmustafa destpêkê bi malbata xwe re rastî şideta rayedarên wargehê hatin û piştra ji wargehê hatin avêtin.
Malbata Şêxmustafa li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di wargeha AFAD'ê de dimîne, îdia kirin ku leşkeran li wan dane ew avêtine derveyî wargehê û li derveyê wargehê şeva xwe derbas kirine. Malbata Şêxmustafa ji 11 kesan pêk tên û berê li Dîlokê diman, di meha Sibatê de koçî Pirsûsê kirine û li wargehê dimînin. Malbatê aşkera kir ku şertên wargehê gelekî zehmet bûne, ji ber hin daxwazanên ku ji leşker û rayedaran kirine, li wan dane û ew avêtine derveyî wargehê.
Şeva xwe li derve derbas kirin
Fehîme Şêxmustafa ya 55 salî destnîşan kir ku di meha remezanê de ji bo xarina wan xirab nebe, wan ji rayedarên wargehê sarincek piçûk xwestiye û wiha got: "Ji ber daxwaza sarincê gengeşî derket. Leşker bi 4 maşînan hatin ber konê me. Xwestin me ji konê bavêjin, piştre kelûpelên me li maşînekî sîwar kirin û em avêtin derveyî wargehê. Ji ber ku cihê ku em biçin jî tune bû em li derve man."
Şêxmustafa aşkera kir ku nîqaşa di navbera wan de di dmeke kurt de vegeriyaye êrîşê û wiha pêde çû: "Di êrîşê de zarokên me giriyan, keça min devdan. Cilên wê çiriyan. Kurê minî ku xwest me biparêze hat binçavkirin. Piştî demekî serbest berdan."
Malbata Şêxmustafa 2 zarokên wan çûne Ewropayê, bi 3 zarok 2 bûk û 5 nebiyên xwe re li taxa Alîgorê ya Pirsûsê ji xwe re malek girtine û têkoşîna jiyanê didin. Şêxmustafa aşkera kir ku ew nexwşa dil e, zarokên wê mal bi 350 lîreyî kire kirine, lê tu hateya wan tune. Qartê kirînê jî nedane wan, sedema wê jî nîqaşa di navbera wan de ye.
Şêxmustafa piştrast kir ew ji ber şer ji Sûriyeyê hatine, di şertên gelek zehmet de dijîn û hewl didin bi karkeriya çandiniyê debara xwe bikin.
(ms)