Çaygerê şaredariyê bû 'tirsa' qeyûm
AMED (DÎHA) - Qeyûmê bi navê Bîlal Ozkan ku ji şaredariya Sûrê re hatiye tayînkirin ji ber ku ji çayvanê şaredariyê ditirse serî li rêbazek sosret da. Qeyûm ligel ku çayvanê şaredariyê heye jî çayvanek din anî şaredariyê.
Piştî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve qeyûman tayînî ser şaredariyên DBP'ê hatin kirin gelek xizmet hatin rawestandin. Li aliyê din qeyûmên hatin tayînkirin serî li rêbaz û pêkanînên sosret didin. Piştî alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, avahiya Şaredariyê û derdora wê bi maşîneyên zirxî û bariyeran hat dorpêçkirin û xizmetên şaredariyê yên ji bo gel da rawestandin. Her çiqas Ozkan wekî qeyûm hat tayînkirin û polîsan şaredarî ji xwe re kirine qereqol hinek xebatkar li ser karê xwe ne.
Qeyûm bi çayvanê şaredariyê qayîl nebû
Yek ji van xebatkaran jî çayvanê li şaredariyê ku bi salane dixebite ye. Karê ewil ê Ozkan û polîsan, çayvanê şaredariyê qebûl nekirin û ji xwe re çayvanek din anîn. Qeyûm bi çaya çayvanê berê qayîl nebû û ji tirsa nikare çaya wî vexwin. Çayvanê nû tenê ji Ozkan û polîsan re çayê çêdike û serwîsa çayê dike. Lê balkêş e ku niha du çayvan li şaredariyê ne û dixebitin. Yek ji van çayvanê şaredariya gel e û yê din jî çayvanê qeyûmê ye.
(mg-bî/bg /mb)