DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji hevşaredarên Qulpê banga berxwedana topyekûn

 
24 Îlon
09:14 2016

ÎDIR (DÎHA)- Hevşaredarên Qulpê Neşegul Can û Mehmet Gultekîn diyar kirin ku ew ê biryarê nasnekin û bang berxwedan topyekûn kirin.

Hikûmta AKP'ê ku dixwaze şerê li Kurdistanê kûr bike di 11'ê Îlonê de bi biryara KHK'ê qeyûm tayînî 25 şaredariyên DBP'ê kir û bertekên li hemberî qeyûman zêde dibin. Yek ji şaredariyên ku qeyûm hatiye tayînkirin şaredariya Qulpa Îdirê ye. Hevşaredarên Qulpê Neşegul Can û Mehmet Gultekîn diyar kirin ku ew ê vîna gel teslîmî qeyûman nekin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Hevşaredara Qulpê Neşegul Can, da zanîn ku bi qeyûman re vîna gel tune hatiye hesibandin û ew ê biryarê nasnekin. Can, bi lêv kir ku bi xebatên ku kirine rewşa navçeyê hatiye guhertin û wiha got: "Ji dema komarê heta niha yekemin care ku şarederî hesabê dide gel. Me di du sal û nîvekê de li navçeyê pirsgirêkênpark, kanalîzasyon, rê û avê çareser kirin. Me Navenda Piştevaniya Jinan ava kir û me alîkarî da jinan. Heta niha tu şaredariyên Qulpê hatin û çûnên xwe bi gel re parve nekirine lê me bi gel re civîn li darxistin û hemû pere ji bo xizmeta gel hat bikaranîn. Ji roja em hat heta niha mufetîş hatine û lêkolînan dikin lê tiştek nedîtin."

Can, anî ziman ku AKP tehemûlî pergala hevserokatiyê nake û wiha pêde çû: "Nêrîna îktidarê ya li jinên diyare. Îtkidar xwe dispêre pergala baviksalariyê. Em vê di rêjeya parlamenter û şaredaran de dibînin. Ev qeyûm ne tenê li hemberî şaredariyan di heman demê de li hemberî vîna jinan jî darbeyeke. Yên ku ev darbe pek anîn sûc dikin."

Hevşaredarê Qulpê Mehmet Gultekîn jî destnîşan kir ku avahiya şaredariyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin û wiha axivî: "Em ê biryara qeyûmê nasnekin û li ber xwe bidin. Divê li hemberî qeyûman berxwedana topyekûn bê meşandin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Em ê mafê xwe yê demokratîk di qadên demokratîk de bikar bînin. Em ê li ser karê xwe bin. Em ê saziya xwe terk nekin. Em li navçeyê bi gel re nîqaşan didin meşandin. Li hemberî darbeyê em ê mafê xwe yê rewa berxwedanê bi kar bînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN