Bi îdiaya 'HPG'iyek heye' 14 kes hatin binçavkirin
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê polîsan bi îdiya "HPG'iyek heye" bi ser gelek navnîşanan de girtin û di nav de zarok jî hene herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Ova ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan bi îdiaya "HPG'iyek heye" li ser kargehekî de girtin. Piştî serdegirtinê jî polîsan bi ser malên 14 kesên ku li kargehê de dixebitin de girtin. 14 kes di encama serdegirtinan de hatin binçavkirin.
(sa)