DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Cizîrê bêyî lêgerînê gel nikare bikeve şaredariyê

 
24 Îlon
10:18 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê piştî desteserkirina şaredariyê hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî şaredarî dorpêç kirine û welatiyên diçin şaredariyê jî heta ku di lêgerîna tîmên taybet re derbas nebin nikarin bikevin hundir.

Piştî hikûmeta AKP'ê bi biryara KHK'ê qeyûm tayînî 25 Şaredariyên DBP'ê kir, di bin navê ewlehiyê de derdora şaredariyan bi gelek wesayîtên zirxî, TOMA û bariyerên betonê hatine dorpêçkirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Cizîrê ye ku bi sedî 81 dengan hatiye hilbijartin e. Piştî tayînkirina qeyûm welatî û xebatkarên ku derbasî şaredariyê dibin ji aliyên hêzên taybet ve her seat rastî lêgerînê tên. Her wiha hemû kolanên derdora şaredariyê jî ji aliyê tîmên taybet ve hatine girtin û polîs destûr nadin kesek di kolanan re derbas bibe û wesayîtên xwe parq bike.

Esnafên ku di heman kolanan de kargehên wan hene ji ber girtina rêyan karê wan kêm bûye. Her wiha qeymaqemê ku wek qeyûm hat tayînkirin bi gelek tîmên taybet re her roj derbasî şaredariyê dibe. Tîmen taybet ên ku bi çekan di hundirê şaredariyê de digerin dixwazin êrîşa derûnî li ser xebatkarên şaredariyê pêk bînin.

(kom/no/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN