Li Giyadînê kesek hat binçavkirin
AGIRÎ (DÎHA) - Li Giyandînê ciwanê bi navê Ferhat Demîr hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser taxa 14 Nîsana navçeya Giyadîna Agiriye de girtin û di serdegirtina malan de ciwanê bi navê Ferhat Demîr hat binçavkirin. Hat zanîn ku Demîr ji ber dozek wî heye û ji aliyê dozgeriyê ve derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û Demîr birina Qereqola Cendirmeyan a navçeyê.
(mb)