Partiyên kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê amade ne
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî hevdîtina heyeta HDP'ê û Tevgera Goran, herdu aliyan daxuyaniyek hevbeş dan. Demîrtaş diyar kir ku wekî hemû aliyên din ên pêre hevdîtin kirine, Tevgera Goran jî ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ye. Piştî daxuyaniyê heyetê bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta HDP'ê ya bi seroka Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtinan pêk tîne, Polîtburoya Tevgera Goran a li Girdê Zergete ya Silêmaniyê ziyaret kir. Piştî hevdîtinê herdu aliyan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî axivî û keyfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyeta HDP'ê anî ziman. Hacî, da zanîn ku partiyên Kurd hewl bidin pirsgirêkên ku di navbera kurdan de tên jiyîn bi şêweyek herî baş çareser bikin û wiha got: "Her wiha ji pêşeroja neteweyî xwe amade bikin. Me li gel heyeta HDP'ê li ser vê mijarê û diyaloga navbera aliyên siyasî de nîqaş meşandin."
Piştî axaftina Hacî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axaftinek kir û diyar kir ku ew sipasiya Tevgera Goran dikin ji ber ew bi şêweyekî gerim pêşwazî kirin. Demîrtaş, da zanîn ku îro bi hevdîtina xwe ya ligel Tevgera Goran wan tora hevdîtinên xwe yên ligel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê temam kirin û wiha pêde çû: "Ligel Tevgera Goran jî me hevdîtinek pir erênî û bi sûd pêk anî. Armanca me ya hatina vir ji bo em bikarin di navbera aliyan de rêyên diyalogê hêsan bikine. Helwesta wan jî pir baş bû. Hemû aliyan ji me re diyar kirin ku ji bo diyaloga rûbirû û çareserkirina pirsgirêkan amade ne. Partiyên siyasî yên vir xwedî ezmûnekî mezin in û dizanin dê pirsgirêkan çewan çareser bikin. Em tenê hewl didin ji bo bikaribin bi hevre cardin bikevin nava diyalogê rêyan vekin."
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Hêvî dikim ku dê di demek kurt de ev xebatên me encam bigirin. Gavên berviçav dê bên avêtin. Dîsan ez dixwazim li ser navê partiya xwe vê jî bêjim, em li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî zilmê têkoşînek mezin dimeşînin. Em hemû bi hev re berxwedanekê dimeşînin. Ji bo azadiya gelê Kurd ev şert e. Her çendî rewşekî ku em dixwazin nebe jî, Kurd neçarin li hemberî hemû êrîş û zextên dixwazin me tune bikin li ber xwe bidin. Lê divê dema em vê berxwedanê didin meşandin de jî demokrasiya navxweyî binpê nekin. Divê hemû partiyên Kurd demokrasî û mafê giştî wekî hev bibîne û ligel hev dinava diyalogê de bin."
Heyeta HDP'ê piştî daxuyaniyê bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anî. Heyet ji aliyê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusiv Mihemed bi germî hat pêşwazîkirin.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevbeş ji aliyê herdu aliyan ve bê dayîn.
(mb)