DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bila girtiya nexweş Sîbel Çapraz bê berdan

 
24 Îlon
15:51 2016

STENBOL DÎHA (DÎHA) - Di çalakiya ÎHD'ê ya Tîpa F de vê hefteyê hate xwestin girtiya nexweş Sîbel Çapraz bê berdan.


Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş cara 235'emîn li Qada Galatasarayê çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiya nexweş Sîbel Çapraz a li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ye.

Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û got ku ew ê dev ji berxwedanê bernedin û daxwaza girtiyên nexweş ên ber mirinêne ya bi hembêzikrina malbatan tê astegnkirin.

Xwîşka Sîbel Çapraz, Kendî Çapraz jî anî ziman ku divê xwîşka wê ne li girtîgehê li nexweşxaneyê ye û wiha berdewam kir: "Dema ku Sîbelê dibin nexweşxaneyê hewl didin ku kelepçeyê bixin milê wê yê birîndar. Ligel ku nexweşa giran e jî bi girtiyên edlî re tê rawestandin. Dibêje ku dema ku di navbera girtiyên edlî de pevçûn derdikeve ew di navbera wan de dimîne."

Daxuyaniya vê hefteyê jî aktîvîsta aştiyê Emîne Kuçukbumîn xwend û got ku di bedena Çapraz de hem ji ber emelayitên ku derbas kiriye hem jî ji ber gulebarana polîsan bîrin hene û wiha got: "Çapraz endama meclîsa giştî ya Colemêrgê ye. Di 27'ê mijdara 2015'an de bi hinceta xendekan operasyon pêk tê û ew jî ji ber deng derdikeve derve. Ji zik û milê xwe birîndar dibe. Di 96 rojan 15 caran tê emeliyatkirin."

Kuçukbumîn diyar kir ku divê Çapraz bê berdan û li derve bê dermankirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN