DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Baweriya me wekî sûc tê dîtin'

 
25 Îlon
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) - Welatiyê bi navê Tîmur Efe Suverje têkildarî îşareta ku 2 roj berê li ser deriyê malbatên Kurd û Elewî yên ku Tuzluçayira Enqereyê dijîn hat nivîsandin axivî û da zanîn ku armanca kesên ku ev îşaret nivîsîn ew e ku di navbera Kurd, Elewî û Tirkan de fesadiyê derbixîne, wan bikin dijminê hev, yên vana dikin de nikaribin yekitî û biratiya gelan têk bibin.

Li navçeya Mamakê ya Enqereyê deriyê malên ku malbatên Kurd û Elewî têde dijîn ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi îşareta X hatin îşaretkirin. Di apartmana ku 22 daîreyên wê hene û li ser kolana Dereboya Mamaka Enqereyê ye, 10 malên ku Kurd û Elewî lê dijîn ji aliyê kesên nasnameyên wan ne diyar ve hatin îşaretkirin.

Welatiyê bi navê Tîmur Efe Suverje ku cîranê malbatên deriyên wan hatin îşaretkirine diyar kir ku malabata wan di 1960'an de ji Dêrsimê koçberî gelek bajarên cûda ên wekî Qers, Mûş û Enqereyê bûne. Suverje, da zanîn ku bi salan e gelê Kurd û Elewî ji axa xwe tên sirgûnkirin û wiha got: "Piştî ku em li ser axa xwe hatin sirgûnkirin em ji malbatên xwe jî qut bûn. Niha jî li vir nahêlin em azad bijîn. Yên ku van nivîsên kirêt li ser deriyê cîranê me nivîsandin dixwazin di navbera gelê Elewî, Kurd û Tirk de provakasyonan derbixînin û wan berdin hev."

'Hûn ji me çi dixwazin?'

Suverje, anî ziman ku bi salan e ew tên sirgûnkirin hêjî dewletê bersiva armanca sirgûnkirinan nedane wan û wiha pêde çû: "Hûn çi ji me dixwazin? Pirsgirêka we çî ye û hûn çima bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. We em sirgûn kirin û hûn nahêlin em li vir jî bi awayekî rihet tevbigerin. Divê rayedarên dewletê, walî û parlamenter li ser vê mijarê rawestin û yên ku ev qirêjî kirine derxînin holê."

'Baweriya me wekî sûcê olî tê dîtin'

Suverje, diyar kir hin kes tehemûlî baweriyên cûda nakin û wiha domand: "Her civak li gorî baweriya xwe dijî. Lê baweriya me Elewiyan wekî sûcê olî tê dîtin. Çima mizgefta we heye û Mala me ya Cemê tune ye. Hûn diçin mizgeftan em diçin Mala Cemê û gelek kesên din jî diçin Kilîseyê. Çima em baweriyên xwe azad najîn. Yên ku vê cûdahiyê dixin navbera Kurd, Tirk û Elewiyan dijminên mirovahiyê ne."

'Her civak li gorî nirxên xwe dijîn'

Suverje, bi lêv kir ku divê her mirov li gorî nirx û baweriya xwe bijîn û ev tişt anîn ziman: "Ez elewî me divê ez li gorî bawerî û nirxên xwe bijîm û ev mafê min ê herî demokratîk e. Divê kurd û tirk jî li gorî nirx û baweriyên xwe bijîn. Yên ku astengiya ji baweriya mirovan re derdixe dijminên baweriyê ne. Bi salan e cîranên min ên kurd û tirk hene û em wekî malbatekê dijîn. Kî radibe baweriya gelê elewî û kurd napejirîn e û deriyê wan îşaret dike ev ne mirov in."

'Em ne dijminê baweriyan in'

Suverje, aşkera kir ku armanca wan tenê jiyanek bi biratî ye, li Tirkiyeyê 72 milyon kes dijî, bi dehan baweriyên vî gelî jî hene û pirsa çima her kes li gorî baweriya xwe nejî? Kir. Suverje, da xuyakirin ku ew elewî ye, cîranên wî kurd in ew ne dijminê baweriyan in û wiha got: "Çima deriyê mala cîranek me yên tirk nehatiye îşaretkirin û deriyê elewî û kurdan hatiye îşaretkirin. Ev bi awayekî zelal gef e û ev gef jî tenê li malbatên kurd û elewiyan hatiye xwarin."

'Em ê xwedî ji baweriya xwe derkevin'

Suverje, axafitna xwe wiha bi dawî kir: "Divê her kes lingê xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bike. Tu kes ji tu kesî natirse. Em elewî ne û em ê heta mirinê jî bi awayekî serbilindî xwedî ji baweriya xwe derkevin. Dibe ku îro kesên nijatperest li hemberî gelê elewî û kurd bi awayekî dijminatî tevbigerin. Lê tu kes nikare yekitiya me û biratiya me têk bibe. Em û birayên me yên kurd xwedî baweriyek pîroz in. Yên ku van tiştên kirêt dikin ew dijminê mirovahî û baweriyê ne."

(fd/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN