Senaryoya polîs û MÎT'ê ya hevpar!

ENQERE (DÎHA) - Xebatkarê HDP'ê Fahrî Yalçin ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin got ku li devereke ku nizane MÎT'ê ew ji wesayîtê polîsan peya kiriye û daxwaza sîxurtiyê jê kirine.
Xebatkarê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fahrî Yalçin ku şevê din dema diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû revadin diyar kir ku piştî polîsan ew biriye li devereke ku nayê zanîn ji aliyê MÎT'ê ve ji wesayîta polîsan hatiye derxistin. Yalçin got ku kesên ku xwe weke endamên MÎT'ê dan nasîn ji wî daxwaza sîxurtiyê kirine.
Yalçin da zanîn ku kesên ew rewandine xwe weke rêveberên MÎT'ê yên paye bilind dane nasîn û axaftina xwe wiha domand: "Dema şevê din ez ji navenda HDP'ê diçûm malê li Parka Osmanli ya li nêzî malê wesayîtek ji nişka ve derket pêşberî min. Hê min fam nekirî ka çi çêbûye ez bi zorê xistim wesayîtê. Dest danîn ser mifteya wesayîta û telefona min. Gotin em dê herin emniyetê hêj min ji wan nepirsî ka ew kî ne, ez xistim wesayîtê de."
'MÎT'ê xwe li polîsan aciz kir û got hûn nikarin vî hevalî aciz bikin
Yalçin bi lêv kir ku nêzî pira Kazim Karabekîr wesayîtek din pêşiya wan girtiye û wiha pêde çû: "Van kesan ji polîsan re gotin hûn nikarin vî hevalî bibin û xwe li wan aciz kirin. Min dixwest ez mijarê fêm bikin lê kesên ku xwe weke endamên MÎT'ê nîşan didin ez ji wesayîta polîsan derxistim. Ji min re ez rayedarên dewletê yên paye bilind in. Piştre ez birim kafeyekê û gotin têkiliya te bi PKK'ê KCK'ê û tu rêveberê YDG-H ê Enqere yî. Dema ku em ji kafeyê derketin yekê hin pere xistin berûka min de û got ji zarokên xwe re bide tiştekî. Min pere negirtin û gotin divê di vê pêvajoyê de her kes destê xwe bêxe bin kevir de. Piştre telefon û mifteya wesayîta min dan û ez birim cihê ku polîsan ez revandim. nasnameya min hêj nedane min û ez sedema vê yekê nizanim."
'Gotin min bêje qaçagçiya ez revandime'
Yalçin herî dawî got ku dema ew hatiye malê telefek ku nas nake lê geriyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ku min xwest bizanim ew kî ye xwe weke endamê MÎT'ê nîşan da. Ji ber ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê revandina min kiriye nûçe di tora civakî de ev yek belav bû. Zilamên MÎT'ê gotin ku rewşa de di tora civakî de nabe. Ger pirsa te bikin bêje şebekeya tiryakê an jî kaçaxçiyan ez revandime. li ser vê yekê min jî telefona xwe girt.
(no/sa)