DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zanîngehê beyî biryara dadgehê 30 xwendekar dûr xistin

 
25 Îlon
09:08 2016

CİHAN BAŞAKÇIOGLU

ÎSPARTA (DÎHA)
- Rêveberiya Zanîngeha Suleyman Demîrel, 30 xwendekarên zanîngehê, ku beşdarî bîranîna 34 kesên di komkujiyên Roboskê de hatin qetilkirin bûbûn, beyî biryara dadgehê guhdar bike ji zanîngehê dûr xistin.

30 xwendekarên ku beşdarî çalakiya şermezarkirina komkujiya Roboskê bûn ji zanîngehê hatin dûrxistin. Rêveberiya Zanîngeha Suleyman Demîrel, bêyî li benda biryara dargehê raweste, der barê 30 xwendekaran de biryara dûrxistinê da. Piştî 40 xwendekarên Zanîngeha Enqereyê yên Beşa Ziman, Erdnîgarî û Dîrokê ji zanîngehê hatin dûrxistin, niha jî 30 xwendekarên Suleyman Demîrel hatin dûrxistin. Di sala 2015'an de xwendekarên zanîngehê dema komkujiya Roboskê şermezar kirin û kesên di komkujiyê de bibîr anîn rastî êrîşa nijadperestan hatibûn. Di êrîşê de 40 xwendekarên kurd hatibûn binçavkirin. Der barê 40 xwendekarên hatibûn binçavkirin de lêpirsîn hatibû vekirin. Piştî lêpirsînê 30 xwendekar bêyî dadgeh biryarê bide ji aliyê Reveberiya Zanîngehê ve hatin dûrxistin. Rêveberiya zanîngehê li gorî lêpirsînê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kirine" xwendekar dûr xist. Lê doza xwendekaran li Dadgeha Cezayên Giran a Îsparta berdewam dike. Rûniştina xwendekaran dê di 5'ê Kanûnê de bê dîtin.


Hat zanîn ku rêveberiya zanîngehê ji xwendekaran re diyar kiriye ku biryara ku YOK bide divê ew îmze bikin û pêk bînin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN