DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser malên mamosteyan de girtin

 
25 Îlon
11:23 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê di serdegirtinên bi ser malên mamosteyan de herî kêm 10 mamoste hatin binçavkirin.

Li navenda Amed, navçeyên Pasûr û Erxeniyê bi ser malên mamosteyan de hate girtin. Di serdegirtinan de heta niha hati hînbûn ku 10 mamoste hatine binçavkirin. Sedema operasyonê nehat hînbûn.

Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 11 hezar mamosteyên ku ji kar hatin durxistin ji wan 4 hezar û 500 mamoste li Amedê dixebitin. Li bajar piştî ku mamoste ji kar hatin durxistin çalakî bênavber berdewam dikin, polîsan her carê êrîşî çalakiyan kir. Ewil di 9'ê îlonê de li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî mamosteyên ku daxuyanî dabûn rastî êrîşê hatin nêzî 40 mamoste hatibûn binçavkirin. Dîsa li tevahiya bajar di çalakiyan de mamoste rastî êrîşan hatin û bi dehan mamoste hatibûn binçavkirin û biribûn midûriyetên polîsan. Herî dawî jî duh li navçeya Peyasê mamosteyên ku li pêyariyan zincira mirovan ava kirin û xwestin bimeşin careke din rastî êrîşa polîsan hatin 17 mamoste hatin binçavkirin. 17 mamoste di saetên dereng ên şevê de hatin berdan.

24 mamosteyên ku di 21'ê îlonê de hatibûn binçavkirin jî ji wan 7 mamoste serê sibehê hatin girtin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN