TIR'ên NY'ê ketin rêya Îdbilê

HATAY (DÎHA) - 14 TIR'ên alîkariya zexîre û lojîstîk yên Neteweyên Yekbûyî ku nêzî 15 rojin li deriyê Sînorê Cilvegozu yê Hatayê tê rawestindin derbasî bajarê Îdlîbê yê di bin dagirkeriya El Nusra û Ehrar El Şamê bûn.
14 TIR'ên alîkariya lojîstîk a mirovahiyê yên Neteweyên Yekbûyî ku ji 13'ê Îlonê heta îro li deriyê Sînorê Cilvegozu tên rawestandin, îro deriyê sînor derbas kirin û ber bi Îdlibê ve bi rê ketin. Ji 54 TIR'ên alîkariyê jê 14 TIR sînor derbas kirin û ketin rêya Îdlibê. Rejîma Esadê destnîşan kiribû ku TIR'ên NY'ê yên di ser Tirkiye re derbasî Halepê bibe dê destûr bidnin. Lê TIR ji 13'ê Îlonê heta niha hatibûn rawestandin. Konvoya alîkariyê li herêma Urum el-Kubra ya girêdayî Halebê rastî êrîşa hewayî hatibû. Her çend bê gotin ku TIR j ialiyê Hêzên Rejîmê û Rûsya ve rastî êrîşê hatine jî her du aliyan ev agahî derewandin û diyar kirin ku TIR'ên NY'ê ji aliyê rêxistinên selefî ve rastî êrîşê hatiye. Ji ber vê êrîşê NY alîkariya ji bo Sûrî rawestandibû. Lê Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî yê NY'ê Jens Laerke piştre daxuyaniyek nivîskî dabû û diyar kiribû ku ew dê alîkariyên xwe berdewam bikin.
Piştî TIR ketin nava tevgerê karwana TIR'an dê di bajarê Îdlîbê yê di bin dagirkeriya Ehrar El Şam û El Nusra re derabî Helebê bibe.
(mae)