DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber zem xwestin hatin girtin

 
25 Îlon
16:40 2016

AMED (DÎHA) - Hat zanîn ku 7 mamosteyên li Amedê hatin girtin, bi hinceta tevlî protestoya zemê bûne, endamên sendîkayê ne û ketine grevê rastî lêpirsînê hatine.

Li Amedê di 21'ê Îlonê de polîsan bi ser malan de girtinbûn û 24 mamosteyên ji perwirê hatine dûrxistin binçavkirin bûn. Ji 24 mamosteyan 7 mamoste hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Mamoseteyên ji bo kedkarên ji aliyê Wezareda Perwerdehiya Neteweyî ve ji kar hatibûn dûrsitin carekdin vegerin ser karê xwe li bajar çalakiyên demokratîk li dardixistin, di lêpirsîna dozgeriyê de rastî skandalan hatinç.

Mamosteyên ku di çarçoveya hêmanên ceza yên mafê makeqanûnê de hatin darizandin rastî pirsên "Hûn endamên sendîkayê ne?, "Hûn ji kar hatine dûrxistin?", "Hûn çima tevlî protestoya ji bo zemê bûn?", "We çima sewq girt?", "Hûn çima tevlî daxuyaniya çapemeniyê û meşan bûn?" û "We çima çaçalkiya grevê pêk anî?" hatin.

Serokê 1'emîn Şaxa Egîtîm Senê Îkram Atabey, derbarê binçavkirin û girtina endamên sendîkayê de axivî. Atabey, diyar kir ku di van bûyeran de ne pêvajoyê hiqûqê ya siyasî tê meşandin û wiha got: "Pirsa 'Hûn endamên sendîkayê ne?' pir balkêşe. Hikûmeta AKP'ê dixwaze derbarê endamên me de hişekê ava bike û dozgerên ku lêpirsînan didin meşandin jî xizmetê ji vê re dikin. Derbarê endamên me de dosyayên lêpirsînê hatine amadekirin. Dozgerê ku dosyaya lêpirsînê ya 2012'yan amade kirî niha girtiye. Di dosyaya 2014'an de jî îfadeyên şahidên nepen hene û 4 endamên me ji ber îfadeya şahidên nepen hatin girtin. Em baş dizanin ku ev şahid kîne. Em dizanin ku şahid ew mamosteyên di lêpirsîna FETO de hatin girtin bûn. Hem bi FETO re têdikoşe hem jî dosyaya ku endamên FETO'yê derbarê endamên me de amade qebûl dike."

Atabey, bi lêv kir ku ew projeya hikûmeta AKP'ê dizanin, dixwazin beşek ji mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin îxraç bikin bi hincetên xebatên sendîkayê wan sûcdar bikin û xebatên wam krîmînalîze bikin.

Atabey, anî ziman ku berdel çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û fîlî bidomînin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN