DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatiyên Edeneyê qeyûm û tecrîd şermezar kirin

25 Îlon
22:08 2016

EDENE (DÎHA) - Gelê Edeneyê li 5 taxan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayinkirina qeyûmê ya ser 25 şaredariyên DBP'ê bi çalakiyên deng şermezar kirin

Li 5 taxên Edeneyê gel derket kolanan û bi çalakiyên deng tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û tayinkirina qeyûmê ya li ser 25 şaredariyên DBP'ê şermezar kirin. Welatî derketin kolanan û çalakiyên deng pêk anîn. Welatiyan li beroş, tas, sinî û tenekeyan xistin û deng derxistin. Çalakiya şêniyên taxê rastî eleqeyek mezin hat.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN