Ciwanan êrîşî qereqola polîsan kir
EDENE (DÎHA) - Komek ciwan li Daglioglu ya Edeneyê bi molotof û bombeyên deng êrîşî qereqola taxê kirin.
Komek ciwan li daxa Daglioglu ya Seyhana Edeneyê civîyan û bi molotof û bombeyên deng êrîşî qereqola taxa Şehit Mehmet Ali Arslan a Polisan kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofan êrîşî qereqolê kirin. Di êrîşê de têlên ceyranê yên qereqolê şewitîn. Piştî êrîşa ciwanan polîs derketin kolanê û ketober derdor gulebaran kir. Piştî ciwan dîsa ketin nava taxan bûyer bi dawî bû. Polîsan li pêş qereqolê tedbîrên mezin girtin.
(mae)