Hevşaredarê Hezexê Aslan hat girtin

25 Îlon
22:47
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku beriya 5 rojan hatibû binçavkirin, hat girtin.
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku di 21'ê mehê de hatibû binçavkirin piştî 5 rojan ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hat wergirtin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê Aslan sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Aslan da.
Hate hînbûn ku Aslan birine Girtîgeta Tîpa M a Midyadê.
(no)