DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Sayin di girtîgehê de tevlî 3 çalakiyan bû!

 
26 Îlon
09:05 2016

MÊRSÎN (DîHA) – Cemîl Sayin ê di navbera 2011 û 2013'an de hat girtin û berdan roja borî dîsa hat girtin. Sayin li gel ku girtî bû wekî tev li 3 çalakiyan bû nîşan da û dîsa girtin.

Cemîl Sayin di 13'ê Tebaxê de li Mêrsînê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û piştî 24 rojan di bin çavan de ma hat girtin. Cemil Sayin, berê jî di navbera salên 2011 û 2013'an de hatibû girtin û 2 salan girtî mabû. Lê balkêş e heyeta dadgehê bi hinceta ku di vê wexta girtî de tevî 3 çalakiyan bûye, biryara girtinê da û şand girtîgehê. Sayin, ji dosyayên cuda di 10'ê Cotmeha 2011'an hat girtin û di 1'ê Mijdara 2013'an de hat berdan.

‘Şahidê nepen 5 sal şûnde diyar bû'

Şahidê Nepen yê bi navê Damga di 18'ê Nîsana 2012'an de li ser Cemîl Sayin îfade dabû. Damga di îfadeya xwe de diyar kiribû ku di çalakya 2011'an de êrîşa li dijî bufeyên Beyza Piliç û Guneş Tekelê pêk hat ji aliyê Cemil Sayin ve pêk hatiye. Şahidê nepen di îfadeyê de diyar kiribû ku Sayin di Kanûna 2011'an de li dijî Otela Eken çalakiya bi molotof pêk anîye. Dîsa diyar kiribû ku Cemil Sayın di sala 2012'ande molotof avêtiye Otela As Yaka.
Her çend polîsan dizanîbû ku Cemal Sayîn wê demê girtî ye jî hemû bûyerên pêk hatin kirin aydî Cemîl Sayin.

Balkêş e piştî Cemîl Sayin hat binçavkirin pirsên "Armanca te ya çalakiyan çiye? Di nava çalakiyê de berpirsiyariya te çiye? Di nava rêxistinê de berpirsiyariya te çiye? Her çend Sayin diyar kir ku wê demê di girtîgehê de bû jî dîsa wekî ku hemû çalakî ji aliyê Sayin ve pêk hatibû polisan tev derbasî girtekan kir û pêşkêşî dadgehê kir û dadgehê biryara girtinê da.

Prz. Ozgur Çaglar, destnîşan kir ku îfadeya şahidê nepen aydî 4.5 sal berê ye û dema Şahidê Nepen li ser muwekîlê wî îfade da û dîrokên ku behsa wan tên kirin jî muwekilê wî girtî bû. Çaglar, anî ziman ku dosya ji aliyê dozgerên cemaeta Gulen ve hatine amadekirin û di dosyayan de tu delîl û belge tune ye. Çaglar, herî dawî destnîşan kir ku li gel wê demê muwekîlê wî girtî ye jî wekî ku di nava çalakiyan de cih girtibe tê nîşandan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN