DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

DSÎ, bazara îsot û zeytûnan desteser dike

 
26 Îlon
09:06 2016

EDENE (DÎHA) - Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê DSÎ, hêj dîroka peymana bi bazarvanan re neqediya ye, dixwaze bazara îsot û zeytûnan dagir bike û qada bazarê ji destê wan derxe.

Rayedarên Saziya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ), li gel ku dîroka peymanê neqediya ye jî, bi hinceta "Dîroka îhaleyê xelas bûye" dixwaze bazara îsot û zeytûnan a li taxa Fatihê ya Navçeya Seyhana Edeneyê rake. DSÎ, peymana ku îmze kiriye îhlal dike û bi hînceta "Dîroka îhalê xelas bûye, em nikarin vê qadê dîsa bidin we" qadê ji destê bazarvanên îsot û zeytûnan derdixe. Dixwaze bi zorê bazarê rake. Serokê Komeleya Zeytûnvan û Îsotvanên Karaîsayî Murat Kiliç bertek nîşanî rayedarên DSÎ da û wiha got: "Me ji bo 3 salan ev zevî kirê kir. Me heqê kirê di wextê wê de da. Lê hêj dîroka peymana me û DSÎ bi dawî nebûye, dixwaze me ji vir rakin.

'Karmendê AKP'î bi nanê me dilîze'

Kiliç, anî ziman ku hêj roja îhalê nehatiye rayedarên DSÎ zorê li wan dike ku bazarê terk bikin û wiha got: "Hêj peymana me xelas nebûye. Ya din em ji vir derkevin em dê biçin ku? Ger ku dîsa îhale çêkir em bistînin ya nestînin ew biryara me ye. Hemû dera DSÎ ji aliyê kesên din ve hatiye dagirtin. Lê li gel ku em heqê xwe didin jî dîsa bi zorê dixwaze qada bazara me ji destê me bigire. Em vê zilmê qebûl nakin. Mirov li vir kedekê didin û nanê xwe ji vir qezenç dikin. Lê birokratek çav berdaye nanê me. Bi hezaran însan ji vir debara xwe dikin. Lê karmendekî AKP'ê dixwaze vê bazarê ji destê me bigire.

Bila kes bi nanê me nelîze

Endamê bazarê Ahmet Ruştu Dere bertek nîşanî helwesta DSÎ da û xwest kes bi nanê wan nelîze. Hilberînerê Îotan Esat Kaltarmiş jî anî ziman ku tenê îsota bazaran li vir heye û wiha got: "Ger ku ev bazar ji vir bê rakirin êdî em nikarin hilberîna îsotan bikin. Ger ku îsot biçin halê dê tev li ser hev birizin û kes nakire. Her kes tê ji vir îsotan dikire. Em destûr nadin kes bi nanê me bilîze. Em dê di ber xwe bidin û vê yekê qebûl nakin. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN