DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

NÇM 25 sal in çanda kurdî diparêze

 
26 Îlon
09:09 2016

SADIYE ESER

STENBOL (DÎHA)
- Navenda Çanda Mezopotamya ku di 1991'an de li Stenbolê hat avakirin 25 sal li pey xwe hişt. Hunermendê Koma Çiya, diyar kir ku NÇM'ê ji bo çand û hunera kurdan li ser piyan bihêle rolek mezin lîst.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a ku 21 sal in ji dûrî axa xwe ya ku şer berdewam dike xebatên çand û hunerê didomîne. NÇM di 27'ê îlona 1991'an de ji aliyê komek rewşenbîr, karker û xwendekaran ve bi pêşengiya Apê Musa (MUsa Anter) hat damezirandin. NÇM a ku ji bo çand û hunera kurdî li ser piyan bigire, pêşiya polîtîkayên dewletê ya asîmîlasyonê bigire hate damezirandin, ji bo danasîna çanda kurdî de jî roleke mezin lîst. NÇM'ê heta niha di beşên muzîk, şano, sînemayê de gelek xebat meşand li gelek cihan jî şaxên xwe vekir. NÇM jî wekî hemû saziyên kurdan rastî pêkûtiyan hat, xebatkarên wan hatin girtin, rastî îşkenceyan hat û hat astengkirin. Lê ligel van hemû astengiyan jî di qada çand û hunera kurdî de wekî şoreşek pêk anî. Wekî alternatîfekî dibistanên dewletê bû. Ji hunermendên NÇM'ê Çiya qala xebat, rol û misyona NÇM'ê kir.

'Bi pêkûtiyan ve dixwastin bitirsînin'


Çiya bilêv kir ku çanda kurdan wê demê bi polîtîkayên dewletê yê asîmîlasyonê ve rû bi rû bû, armanca damezirandinê jî Pêşiya asîmîlasyonê gnitin û çanda kurdan pêşxistin bû. Çiya anî ziman ku piştî ku NÇM hat avakirin gelek caran rastî pêkûtiyên dewletê hat û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê pêk dianîn. Wê demê nêzîkataya sîstesê ya li dijî NÇM'ê cuda bû. Ango dema ku kurd bin hemû tişt wekî terorîzm nîşan didan. Her hefte pêkûtî li me dikirin. We demê kî bê saziyê degirtin. Pirsa çima hûn li vir in dikirin. Ligel ku em xebatkarên saziyê bun jî me digot ku em mêvan in. Wê demê li ser navê çanda kurdan xebatekî bi vî rengî meşandin zehmet bû. Kê destê xwe bida me dihatin tirsandin an jî dihatin girtin."

'Bû dengê gelê tê eciqandin'

Çiya destnîşan kir ku ligel hemû polîtîkayên çewisandinê jî bi biryarî heta îro hatin, NÇM ji bo gel ciheke bêhna xwe vedidan bû û wê demê ev rola xwe bi cih anî. Çiya yê ku gotina "NÇM bû dengê gelên tê eciqandin" bi kar anî diyar kir ku xeyala muzîkjenan ew bû ku li ciheke wekî NÇM'ê de cih bigirin. Çiya anî ziman ku ji roja hatine damezirandin heta niha li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe dane û wiha got: "Min berê xeyal dikir ku li Kurdistanê di dawetekî de gelo em ê bikaribin bi kurdî stranan bistrên. Ji wan rojan heta kû derê hatin. Niha li pêşberî bi milyonan kesan em stranên kurdî distrên. Ev ji xeyalên me wêdetir bû."

'Apê Mûsa hêz dida me'

Çiya ê di 18 saliya xwe de Apê Mûsa nas kiriye bîranînên xwe yên bi wî re jî zindî digire û ev tişt anî ziman: "Apê Mûsa gelk baş kurdî diaxivî. Nêrîna wî ya ji bo jiyan û têkoşînê gelek berfireh bû. her tim ji me re digot netirsin û hêz dida me."


'Divê em xwedî li dîroka wan derkevin'

Çiya derbirî ku NÇM a ku gelke bedal daye û heta îro hatiye di esasê xwe de rol û mîsyona xwe bi cih aniye, ji bo çanda kurdî mîlatdek e wekî berî niha jî dîsa rastê pêkûtiyan tên. Çiya got ku xebat û bernameyên wan her tim tê astengkirin, eksên ku tên NÇM'ê ji aliyê polîsan ve tên tirsandin û gotina xwe wiha bi dawî kir: "Asîmîlasyon hê bi dawî nebûye. Ji bo vê divê em têbikoşin. Êşên wê demê û hevrêtiyên xweşik ên wê demê divê em bidin jiyandin. Divê em xwedî li dîroka wan derkevin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN