DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li 18 gundên Amedê qedexe hat rakirin

26 Îlon
09:46 2016

AMED (DÎHA) - Li 18 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê “qedexeya derketina kolanan” hat rakirin.

Di 23’ê îlonê de li ser biryara Walîtiya Amedê, li 18 gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê “Qedexeya derketina kolana” hatibû îlankirin. Ev bû 4 roj qedexe li gundan didomiya. Walîtiya Amedê dîsa daxunayinek weşand ku qedexeya li ser gundan hat rakirin.

Di nav 4 rojên qedexeyê de ji ber êrîşên leşkeran gelek daristan şewitin û gund hatin bomberankirin.

Li gundên Sîsê, Fîs, Cinêzûr, Dêrxust, Huseynîg, Pîrik, Entax, Fîrdeys, Balicin, Nenyas, Licok, Zeng, Mişirf, Kerwes û Kayacik ên girêdayî Licê, li gundê Helhelê yê girêdayî Hezro û li gundên Resileyn û Benê yên girêdayî Karazê qedexe hatibû îlankirin.


(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN