2 kes li Amedê hatin binçavkirin
AMED (DÎHA) - Li Amedê serê sibehê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Pîranê ya Amedê sedê sibehê di serdegirtinên malan de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ferhat Ozyoldaş û Murat Çelebî yên hatin binçavkirin nehat hînbûn ku ji ber çi hatine binçavkirin, herdu kesên hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Pîranê.
(sa)