DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di teqîna Dêrikê de 3 leşker mirin 8 birîndar bûn - HATE NÛKIRIN

26 Îlon
10:57 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li diji otobusa leşkeran a di rêya navbera Dêrîk û Qoserê de derbas dibû, teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 leşker mir û 8 leşker û cerdevan jî birîndar bûn.

Li gundê Tilbisim a Dêrikê ya navbera Qoser û Dêrikê de dema wesayîta sivîl a ku leşker û cerdevan têde bûn derbas bû teqîn pêk hat. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin herî kêm 3 leşker mirine û 2 jê giran 8 leşker û cerdevan birîndar bûne. Piştî teqîna ku di têketina bajêr de pêk hat gelek ambulans û wesayîtên zirxî sewqî cihê teqînê hatin kirin.

Hate hînbûn ku leşker û cerdevanên birîndar rakirine nexweşxaneyên dewletê yên Mêrdîn û Qoserê.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN