DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jinek li Mêrdînê hat qetilkirin

26 Îlon
11:52 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Mêrdînê jina 18 salî Ayşe Ayaz gerdana wê jêkirî hat dîtin. Derbarê qetilkirina Ayaz de 4 xizmên wê hatin binçavkirin.

Duh êvarî li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li taxa Sûlakê jina 18 salî Ayşe Ayaz ji gerdana xwe hatiye jêkirin hat dîtin. Li ser gilî ekîbên cendermeyan çûn ciyê buyerê û hat zanîn ku hatiye xwestin ku cenezeyê Ayaz bê şewitandin. Piştî lêpirsînê 4 xizmên Ayaz ji ber ku îfadeyên nakokî dayin hatin binçavkirin.

Cenazeyê Ayaz ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Mêrdînê.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN