DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Farqînê jî qeyûmê çaygerekî nû wergirt!

26 Îlon
13:27 2016

AMED (DÎHA) - Piştî Şaredariya Sûrê, qeyûmê vê carê çaygerekî nû bo Şaredariya Farqînê jî wergirt kar.

Alîgirê Walî Bîlal Ozkan ê ku di 11'ê îlonê de wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê bûbû, bo şaredariyê çaygerekî nû girtibû kar, piştî Ozkan vê carê jî qeyûmê Şaredariya Farqînê Qeymeqam Mûrat Kutuk, cihê çaygerê kevn guherand û çaygerekî nû wergirt kar.

Hat diyarkirin ku kesê wek çayger hat girtin, kurê Serokê MHP'a Farqînê yê berê ye.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN