Nameyên nûçegîhanên me Ataman û Turfent tên desteserkirin

WAN (DÎHA) - Nameyên nûçegîhanên me Ziya Ataman û Nedîm Turfent ên ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tên girtin, bi hinceta "Dokûmanên rêxistinî" û "Bifikare" ne tên desteserkirin.
Nameyên nûçegîhanên me Ziya Ataman û Nedîm Turfent ên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tên girtin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin. Hevdîtina nûçegîhanên me yên bi Fîkrî Işik ê ku ji sedî 80'ê berasteng e û nexweşiya pençeşêrê lê peyda bûye re û roportaja bi Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp ê ku di 6'ê gulanê de hat girtin re, ji aliyê rêveberiya girtigehê ve wek "Dokumanên rêxistinî" û "Bifikar" hatin nîşandan û bi vî awayî nameyên wan hatin desteserkirin.
Nûçegîhanên me derbareyê desteserkirina nameyên xwe de îtiraz kirin û her wiha bi awayekî kêfî dem dem qawîşa wan tê guhertin.
(red)