DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jinek li Beyoglu kuştî hat dîtin

26 Îlon
15:57 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinek ji Fasê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi darbeyên kêran kuştî hat dîtin.

Li navçeya Beyoglu ya Stenbolê Jina 35 salî Asma Bobdione ya ji Fasê li kolanê kuştî hat dîtin. Hat zanîn ku bûyer di 18'ê Îlonê de li taxa Kocatepe ya Beyoglu di qatê duyemîn ê avahiyekê de pêk hatiye. Piştî ji avahiya hêjmar 39 bêhna cenaze hat û şûnde cîranên derdorê agahî dan polisan. Yekîneyên polîsan hatin cihê bûyerê û dîtin ku jina 35 salî Bobdîone bi kêran hatiye kuştin.

Cenazeyê Bobdıone ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN