Qedexeya taxên Nisêbînê mehek dirêj kirin
MÊRDÎN (DİHA) - Qeymeqamiya Nisêbînê li 6 taxan qedexeya derketina kolanan mehen din dirêj kir.
Qeymeqamiya Nisêbînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku qedexeya derketina kolanan a taxên Abdulkadirpaşa, Firat, Dicle, Yenîşehir, Kişla, Zeynelabidin qedexeya heyî heta fermanek din hatiye dirêjkirin.
Qeymeqamiyê ji bo taxên Yenituran, Yeşîlkent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddin Eyyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barışê jî diyar kir ku piştî 24'ê Îlona 2016'an û şûnde dê qedexeya kolanan heta 30 rojan di navbera saetên 23:00'ê şevê heta 05:00'ê Sibehê bidome.
(mae)