ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî şerê 52 salan peymana aştiyê îmze kirin. Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya Vincet Vallies, ku piştî vê peymanê hat Tirkiye cerebeyên xwe parve kirin. Vallîes diyar kir ku şer tenê mexdûr dike û talan dike û wiha got: "Şer tiştên baş ava nake. Em bi şer nikarin li cîhanê tişta baş ava bikin."
*Mamosteyên ku ji ber ku îmze avêtin belavoka aştiyê rastî lêpirsînê hatin û bi KHK'an ve jî ji zanîngehê hatin durxistin sibehê li Îzmîtê akademiyên xwe yên sivîl vedikin. Hindekar Kuvvet Lordoglu got ku ew çirûskê pêdixin dibe ku ev veguhere agirekî.
*Gelê Cizîrê bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên der barê dirêjkirina dema OHAL de da û diyar kirin ku ew vê yekê naxwazin û tu pirsgirêk bi OHAL'ê nayên çareserkirin. Welatiyan diyar kirin ku li dijî êrîşan peywira sereke têkoşîn û berxwedan e.
*Girtiyê nexweş Murat Ekîn ê jiyana xwe 21 salan li girtîgehan, bi sirgûn û berxwedanê derbas kir jiyana xwe ji dest da di jiyana xwe de têkoşîn esas girt. Gulan Ekîn ku bavê xwe li ber deriyên girtîgehan nas kir, got ku ji bavê wê berxwedan ji wê re maye.
* Rêveberê Komeleya Rojava ya Cizîrê M. Emîn Heyecan diyar kir ku ew ji bo şirnexiyan bi hemû derfetên xwe ve xebatên xwe didomînin, ji ber ku gel muhtacî dewletê nebe çi ji destnê wan tê dikin. Heyecan got ku zivîstan tê xwest hemû kes alîkariya şirnexiyan bike.
* Li navçeya Bismilê berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê di dema berxwedanê de 4 caran "qedexe" hat îlankirin, 8 kes hatin qetilkirin.
* Nûçegihana me Şermîn Soydan a ji ber nûçeya xwe ya "Waye belgeya veşarî ya operabyona Geverê" hate girtin û bi cezaya muebetê tê darizandin dê di 30'ê îlonê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê.
* Bêrîvanên li zozanên Payîzavayê ji ber ku hewa sar bû vegeriyan tenê 2 mehan ji ber qedexeyan li zozanan man diyar kirin ku îsal ku dixwazin sûd negirtine.
* Li gundê Bardakçi yê Tuşbayê Mala Tenduristiyê ku ji bo xizmeta 4 hezar kesan hatiye avakirin bi torbeyê komirê hatiye dagirtin. Ji ber xwelî û bermahiyên tedawiyan ên tibbî mirov nekare tev bigere.
*Li navçeya Sûrê ya Amedê ku îkdîdara AKP'ê bi hinceta "xizmeta gel nake" qeyûm tayînî Şaredariya DBP'ê kir, li şûna xizmeta binesazî û civakî bide gel, hemû serwîsên xismetê rawestan û tenê xizmeta zewacê tê dayîn.
*Serokê Komeleya Ermeniyan Arat Karagozyan, li dijî xerakirina Sûrê bertekê xwe anî ziman û diyar kir ku nîşaneyên li ser kevirên Sûrê aşkere dike ku ev war ê kê ye û kî li vir jiyaye. Karagozyan, destnîşan kir ku dê li Sûrê qet tovê dewletê şîn nebe.
* Wezareta Derdor û Bajarvaniyê, Qonaxa Zinciriye ji bo buroya ruxandin û "ji nûve avakirina" Sûrê ji bo 5 salan bi kirê girt.
* Di mulakata stendina mamosteyan de li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Rezan pirsên balkêş hatin pirsîn. Di mulakatê de pirsên "Kê tahîr Elçî kuşt? "Li gundê we mizgeft heye?, "Hûn der barê zarokên kevir davêjin de çi difikirin?" "Hûn difikirin bibin endamên kijan sendîkayê? " pirsîn.
*Nivîskarê Îslamî Muhammed Salar, bertek nîşanî desdeserkirina şaredariyan da û diyar kir ku ev pêkanîna îktîdara AKP'ê ne qeyûm e, qiyim e.
* Komeleya Mafên mirovan bi boneya balê bikşîne ser mexdûriyeta ku OHAL'ê ava kiriye û kampanya li dijî OHAL'ê dê li şaxên Wan, Îzmir, Amed û Enqereyê civînên çapemeniyê pêk bînin. (11.00-15.00)
* Yekîtiya Tabîbên Tirk û SES dê têkildarî îdîayên li ser îxracên kedkarên sendîkayê li pêş Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* 2'emîn rûniştina doza Akademîsyenên gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" Esra Mungan, Kivanç Ersoy, Meral Camci û Muzaffer Kaya dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (12.00)
* 1'emîn Rûniştina doza Edîtora ETHA'yê Arzu Demir ya ji ber nivîsandina pirtûkê, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Koordînatora Ozgur Radyo Derya Okatan ku piştevanî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, dê li Edliyeya Stenbolê îfade bide. (09.30)
POLÎTÎKA
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yüksekdag, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besime Konca û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, dê bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks re li Navenda Gştî ya HDP'ê bên cem hev. (17.30)
* Endamê Komîsyona Rêveberên Heremî ya Navenda Giştî ya CHP'ê Îbrahîm Iyem bertek nîşanî qeyûmên AKP'ê da û wiha got: "Kesên bi vîna gel hatine ser peywirê ji bilî gel tu kes nikare wan ji ser peywirê derbixin. Tu mafê kesî tuneye qeyyûm bavêje ser vîna gel."
ABORÎ
*Şaredarê AKP’î yê Westane Nazmî Sezer li ser navê “Ez diçim Enqereyê" bi deh hezaran tl pereyên şaredariyê ji bo şexsê xwe xerç kir. (DOSYA)
* Li Edeneyê hilberîner û firoşkarên îsotan beramberî keda xwe nikarin bigirin.
CIWAN
Endamên DEV-LÎS'ê diyar kirin ku li dibistanan propaganda AKP û DAÎŞ'ê tê kirin û dê li dijî van polîtîkayên AKP'ê kampanya "Pişta xwe wan" dest pê bikin.